Serokwezîrê Iraqê ber bi New Norkê ve birê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi ber Amerîkayê ve birê ket.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 18ê Îlonê ber bi New Yorkê birê ket.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîrê Iraqê ji bo beşdarî 78emîn civîna Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe, diçe New Yorkê.

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de gotarekê pêşbêş bike.

Ev di demekê de ye, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja Şemiyê bi mebesta beşdarbûna di civînên Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de, gihîşt New Yorkê.

Civîn, gotar û çalakiyên din ên Civata Giştî ya Netewên Yekgirt îsal dê ji 18 heta 26ê Îlonê bên kirin.