Firokexaneya Erbetê hat bombebarankirin

Silêmanî (K24) – Firokexaneya Erbetê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, îro piştî nîvro Firokexaneya Erbetê ya li sînorê parêgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin, qerebalixiyeke mezin li nêzîkî firokexaneyê heye û hêzeke mezin a ewlehiyê û tîmên tendirustiyê li wir kom bûne.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, êrîş bi rêya du dronan hatiye kirin, ew der beriya niha cihê çandiniyê bûye, lê belê çend meh berê hêzên Hevpeymanan nûjen kiriye û bûye cihê perwerde û rahênan hêzeke YNKê.
Herwiha li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, şeş kesan ji hêzên YNKê yên li nav firokexaneyê, ji ber êrîşê canê xwe ji dest dane û çar endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.
Behsa wê yekê jî kir ku hêzên ewlehiyê nahêlin rojnamevan ji nêz ve bûyerê bişopînin.

