Amerîka pêşwaziyê li çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda li gorî destûrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê ragihand, Amerîka pêşwaziyê li diyaloga avaker a di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike. Herwiha tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera her du hikûmetan de li gorî destûrê kir.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan duhî 18ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, Amerîka pêşwaziyê li çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de li gorî destûrê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Amerîka pêşwaziyê li diyaloga avaker a di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike û pêşwazî li çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê dike.

Jake Sullivan herwiha pesna biryara Hikûmeta Iraqê ya şandina pereyan da û got, ew ê li gel hemû aliyan bo vekirina boriya petrolê berdewam bin.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê got jî: “Amerîka di piştgiriya Iraqeke bi aram û ewle de berdewam dibe.

Herwiha Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski jî roja 17ê Îlonê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo gihiştina bi çareseriyekê derbarê bûdce û cîbicîkirina wê bilind nirxand.

Encûmena Wezîrên Iraqê roja 3ê Îlona 2023an biryar dabû ku ji bo mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê 500 milyar dînar wek deyn ji Herêma Kurdistanê re bişîne, heta pirsgirêkên teknîkî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser cîbicîkirina yasaya bûdceyê de tên çareserkirin.

Li ser vê biryarê, Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 14ê Îlonê serdana Bexdayê kir û 12 civînên cuda ligel her sê serokatiyên Iraqê, serokên partiyên siyasî û fraksyonên Kurdistanî pêk anîn û du pêşniyarên demkurt û demdirêj pêşkêş kirin.

Piştre Encûmena Wezîrên Iraqê roja 17ê Îlonê biryar şandina 700 milyar dînar wek deynên ji bo her mehekê ji wan her sê mehan da.