Sê kongresmanên Amerîkayê derbarê Herêma Kurdistanê de nameyek ji Biden re şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê endamên Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûneran daxwaz ji Serokê Amerîkayê kirin ku hemû hewlên xwe bidin ji bo dawî li wan reftarên ku li hember Herêma Kurdistanê ji tên kirin, bînin.
Name duhî Duşemê ji aliyê Kongresman Michael Waltz, Michael McColl û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve Joe Wilson ve bi hev re hate nivîsandin û bi fermî ji serokê Amerîka Joe Biden re hate şandin.
Endamên kongressê ji Biden re nivîsî: “Em daxwazê ji we dikin ku hemû hewlên xwe bidin ji bo dawî li wan reftarên ku nayên qebûlkirin yên li hember welatiyên Kurd ên Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, bînin.”
Di beşeke din ya nameyê de, endamên Kongressê rola dîrokî û piştevaniya Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê bibîr anîn û Herêma Kurdistanê weke hevpeymaneke pêbawer a Amerîkayê binav kirin û gazinde ji zextên siyasî, aborî û yasayî kirin yên ku li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin.
Her wiha endaman bang li Joe Biden kirin ku “stratejiyek nû ji bo Iraqê” deyne û di serdana xwe ya New Yorkê bo beşdariya civîna salane ya Netewên Yekgirtî de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re guftûgo li ser wan pirsgirêkan bike.