5. Festîvala Şanoyê ya Navçeyan li bajarê Çemçemalê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêncemîn Festîvala Şanoyê ya Navçeyan li bajarê Çemçemalê tê lidarxistin. Wezîrê Rewşenbîrî jî dibêje: “Şanogerên me ji şanogerên welatên pêşketî ne kêmtir in.”
Pêncemîn Festîvala Şanoyê ya Navçeyan li bajarê Çemçemalê tê îro 21ê Îlona 2023an lidarxistin û 3 rojan berdewam dibe.
Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Hemeyê Heme Seîd li Pêncemîn Festîvala Şanoyê ya Navçeyan di gotarekê de got: Her çend e hunera şanoyê di nav me Kurdan de ne xwedî dîrokeke dûr û dirêj be jî, şanogerên me ji şanogerên din ên neteweyên pêşketî ne kêmtir in.”
Got jî: “Zêdetir ji sed salî ye şanogerên me bi vê hunerê dizanin, di wê demê de, gelek hunermendên me jîr hebûn, çi li hundirê Herêma Kurdistanê û çi jî li derve, karîne xelatên hêja bi dest bixin.”
Wezîrê Rewşenbîrî da zanîn: “Di rojên borî de li Hewlêrê Dr. Hesîb Qeredaxî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve hat xelatkirin, li hember hewildanên wî yên di berhemanîn û pêşandana şanoya Laporî ya li ser Êzidiyan de, ku li welatên Erebî û Nemsayê hat pêşkêşkirin.