Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan a li Iraq û Sûriyê de tekezî li girîngiya berdewambûn û bilezkirina proseyê û pabendbûna bi cîbicîkirina karnameya Kabînneya Nehem di warê rêkxistin û yekxistina Pêşmerge û dûrxistina wezaretê ji her destwerdaneke hizbî û berjewendiyên takekesî kiriye.

Roja Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, pêşhat û guherînên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, li ser gotûbêjkirina derbarê proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge û rêkxistina pêkhateyên wê bû. Li ser vê mijarê, Serokwezîr tekezî li girîngiya berdewambûn û bilezkirina proseyê û pabendbûna bi cîbicîkirina karnameya Kabîneya Nehem di warê rêkxistin yekxistina Pêşmerge û dûrxistina wezaretê ji her destwerdaneke hizbî û berjewendiyên takekesî kiriye.

Herwiha amaje bi wan îdiayan kir ku goya kêşe di çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de heye û got, divê destwerdana şexsî û hizbî ji wezaretê werin dûrxistin û rêgirî li hewlên Serokwezîr neyê kirin di danîna wezîrekî de ku şiyana cîbicîkirina karnameya hikûmetê hebe.

Di beşeke din a civînê de li ser rewşa Sûriye û bi taybetî aloziyên devera Dêrezorê û rojhilatê wî welatî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya parastina asayîş û aştiya civakî û tebayiya navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên navçeyê.