Ebadî: Bêyî Sedr birêvebirina proseya siyasî li Iraqê zehmet e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Nasr dibêje, Sedr rêyek ji xwe re hilbijartiye, her çend nêrîna wî heye bo çaksaziya rewşa navxweyî ya welat, lê bi tenê nikare wê yekê bike.
Heyder Ebadî dibêje: "Zehmet e ku proseya siyasî bêyî Sedr bi rêve biçe, lê wî tu rê ji têgihîştinê nehişt û endamên wî vekişiyan. Me digot qey ew karteke zextê ye, lê wî israr kir û nexwest bi çarçoveya hemahengiyê re hevkariyê bike. Ji ber wê jî beşdarî hilbijartinên encumena parêzgehan nebû.’’
Di 27ê Cotmeha 2022an de Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 253 parlamenteran bawerî da kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî û Tevgera Sedr ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişiya.
Berî niha Sadr di daxuyaniyekê de gotibû ku ew dixwaze çalakiyên tevgera xwe ji bilî nimêja înê û komîteyên çandî bi kêmî ve salekê rawestîne da ku bêgunehiya xwe li ber Xwedê û bavê xwe îsbat bike.