Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke ENKSê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 23ê Îlonê pêşwazî li şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku endamên ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro yên li nav opozîsyona Sûriyê, pêk hatibû.

Di hevdîtinê de rewşa giştî û pêşhat û geşedanên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li çareserkirina kêşeyên Sûriyê bi awayekî aştiyane û dabînkirina maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd hat kirin.

 

.
.

 

.