Beşek ji pereyên mûçeyan li hesaba bankê ya Herêma Kurdistanê hat razandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 250 milyar dînar ji Bexdayê ji bo dayîna mûçeyan li ser hejmara bankê ya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê hat razandin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand, 250 milyar dînar li ser hesabê bankayê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê hat razandin.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dubardanî ji K24ê re ragihand, îro yan jî sibe Banka TBI 200 milyar û Banka Reşîd jî 250 milyar dê têxin ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî.
Dubardanî destnîşan kir, Bi 250 milyar dînar ên ku îro li ser hesabê banka Wezareta Darayî hatiye razandin, koma giştî bû 700 milyar dînar.
Piştî serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û kombûna li gel her sê serokatî û aliyên siyasî yên Iraqê, di 17/9/2023an de, Encumena Wezîran a Iraqê biryar da ku mûçeyên 3 mehan ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne ku ji bi her mehekê 700 milyar dînar diyar kir.
Bi giştî koma pereyan 2.1 trîlyon dînar e, lê di qonaxa yekem de dê 700 milyar dînar bi rêya herdu Banka Reşîd û TBI Rafideen/Şaxê Hewlêrê li ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî werin razandin.