Derhênerek bi dahata xwe ya cotkartiyê belgefîlmên xwe dikişîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Derhênerekî Qerejdaxî ji bo ku çand û dîroka Qerejdaxê bide nasîn, belgefîlman derbarê jiyana kesên li Qerejdaxê dijîn de dikêşe û lêçûnên kêşana belgefîlman jî ji axa qerejdaxê dabîn dike. Derhênerê didarê Qerejdaxê ye bo peydakirina lêçûnên belgefîlman li qerejdaxê cotkariyê dike.

Sedat Kiran li Qerejdaxê hatiye dinê, heta niha jî qet ji Qerejdaxê cuda nebûye, didar û evîndarekî Qerejdaxê ye. Hezkirina wî ya ji Qeredaxê berê wî daye hunerê ku bikaribe hem Qerejdaxê baştir binase û hem jî Qerejdaxê baştir bide nasîn. Ji ber vê yekê jî pêşiyê dest bi wênekêşiyê kiriye û paşê jî dest bi derhêneriyê kiriye ku belgefîlmên derbarê jiyana qerejdaxê de ne dikêşe. Derhênerê ku danasîna Qerejdaxê ji xwe re kiriye armanc dibêje çiqasî ew li ser Qerejdaxê mijul dibe ewqasî dibîne ku çand û dîrokek qedîm û dewlemend li Qerejdaxê heye.

Derhêner Sedat Kiran ji K24ê re got: “Ez ji vê axê me, li van gundan mezin bûme, çandeke kûr û dewlemend li vê derê heye, ez dixwazim vê çandê bînim ser ekranê. Dixwazim were zanîn jiyana vê derê çawa ye, mirov çawa dijîn, çîrokên çawa li vir hene, dixwazim vê çanda kurdî ji her alî ve bidim nasîn.”

Sedat Kiran ji bo ku Qerejdaxê bide nasîn, sudê ji axa Qerejdaxê werdigire. Sedat kiran dibêje, ji bo kêşana bekgefîlman dahatek berketî pêwîst e ku bo vê yekê jî ji axa Qerejdaxê firingiyan hildiberîne, hişk dike û bo welatên ewropayê difiroşe. Sedat Kiran dibêje ew dahata xwe bi xwêdana eniya xwe bi dest dixe û belgefîlmên xwe jî bi keda deste xwe dikêşe ku 4 belgefîlmên wî hene û ji ber rewşa aboriyê nekariye sponseriyekê peyda bike.

Derhêner Sedat Kiran dibêje: “Ji bo ku bikaribim fîlmên xwe bikêşim  ji min re dahatek pêwîst e. Ez li gund mezin bum, bav û kalen min jî cotkar bûn. Destê min de corkarî hebû û min jî bo dahatê berê xwe da cotkariyê. Em firingiyan hişk dikin û difiroşin. Bi dahata wê jî fîlman dikêşim.”

Derhênerê Qerejdaxî hunera xwe bi dahata ji cotkariyê bi dest dixe av dide û armanca wî ya sereke ew e ku çand û dîroka dewlemend a qerejdaxê ji aliyê nifşên nu ve jî were nasîn da ku newe windakirin.