Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Îlona 2023an, pêşwaziya şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî ya bi Serokayetiya birêz Ye'qûb Gurgîs Sekreterê wê Partiyê kir.
Di vê hevdîtinê de her du alî hevxemiya xwe ya kûr ji bo kesûkarên qurbaniyên rûdana diltezîn a agirketina qezaya Hemdaniye ragihand ku tê de sedan welatiyan canê xwe jidest dan û birîndar bûn.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, kûrtirkirina bingehên pêkvejiyan û aramiyê û her wiha peywendiyê dualî yên di navbera her du aliyan de hatin guftûgokirin û Serok Barzanî ji bilî pîrozbahiya bi boneya hilbijartina birêz Ye'qûb Gorgîs wekî Sekreterê Partiyê û ji bo Tevgera Demokrat a Aşûrî, hêviya serkeftinê di kar û çalakiyên wan yên siyasî de xwest.