Kurdistan24 çîroka zarokekî Êzidî ku di bûyera Hemdaniyê de canê xwe ji dest daye vedibêje

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji kesên ku di bûyera şewata Hemdaniyê de canê xwe ji dest dane, zarokekî Êzidî yê 12 salî bû ku bavê wî di merasîmê de zurnevan bû, wî jî bi bavê xwe re li daholê de dida.

Nezdîn Xezwan Silêman, zarokekî Êzidî yê 12 salî bû û xelkê bajarokê Başîk bû, bavê wî di dawata Hemdaniyê de zurnevan bû û wî bi bavê xwe re li daholê de dida û bû yek ji qurbaniyê wê bûyera şewatê.

Bavê Nezdîn çîroka canjidestdana kurê xwe ji K24ê re got û da zanîn, “Dema agir bi banê hole ket, me yekser hewl da xwe rizgar bikin. Cara dawî ya ku min Nezdîn dîtiye, ew ber bi derî ve dibeziya, min dît ku di derî re derbas bû, lê piştre min ew nedît.”

Mamê Nezdîn, Salim Silêman dibêje: “Em tev bi mirina Nezdîn gelekî dilteng bûn. Lê tiştek di destê me de nîne, ew karê Xwedê ye. Bavî wî gelekî xemgîn bûye û sê roj in nan nexwar.”

Nezdîn neşewitî bû, wî û du jinên din ji bo ku xwe ji agir biparêzin, ketibûn komgeha li tenişt holê, lê ji ber nebûna deriyê derçûnê, ew her sê ji ber dûmanê agir xeniqîbûn.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Vê bûyerê jî gelek karvedan li ser asta Iraq û cîhanê li pişt xwe anîn.