Şêwekarekî Kurd tabloyên xwe dibe Diyarbekirê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê şêwekar Mutelib Gerdî piştî çend salekên bêdengiyê û pişkdarînekirina di pêşangehên hevpar ên şêwekarî de, îsal dê bi çend pirojeyekên hunerî vegere himbêza hunerê rengî. Qewl e jî 4ê Cotmehê pêşangeha yekê ya taybet li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê veke û 20 tabloyên rengîn ên Kurdewarî li wî bajarî pêşkêş bike.
Şêwekarê Kurd, Mutelib Gerdî, ji Kurdistan24ê re ragehand: Piştî heyamekê ji veqetiyana min ji hunerê, min biyar da ku careka dî dest bi çalakiyên xwe yên hunerî bikim û 20 tabloyên rengîn li bajarê Diyarbekirê berçav bikim.
Her wesa wî got: pêşangeha min bi daxwazeka fermî ji aliyê navenda hunerî ya Dîcleyê ve hatiye rêkxistin û daxwaz ji min hatiye kirin tabloyên xwe ku hemî bi bergekê Kurdewarî hatine rengkirin bibim Bakurê Kurdistanê û tê de xweza û edetên civakî yên gundan û teşîristina jinên Kurd nîşa berhevbûyîyên holê bidim.
Ew pêşangeh dê çar rojan berdewam bibe û navenda rewşenbîrî bi rengekî fermî hunermendên mezin ên warê şêwekariyê û peykersaziyê vexwandine vê pêşangehê.