Rojnamevanê Kurd Hîşam Erefat xelata rojnamevaniyê ya navdewletî ya “Reuter's” wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanê Kurd Hîşam Erefat Xelata Rojnamegeriyê ya Navdewletî “Kurt Schork” a sala 2023’an, wekî koordînatorê herî baş yê nûçeyan wergirt.

Hîşam Erefat ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, Bawernameya Ziman û Wêjeya Îngilîzî û Master di warê Wergerandin û Zimannasiyê ji Zanîngeha Tişrîn a Laziqiyê wergirtiye û ji çend salan ve li bajarê Hewlêrê dimîne.

Hîşam Erefat ê sala 1982an jidayîk bûye, çend sal in bi dezgehên ragihandinê yên mezin ên Amerîkî û Ewropî re kar dike û beşdarî di amadekirina bi sedan raportên bi zimanê Îngilîzî de kiriye, ji wan nêzîkî 700 raport ji bo malpera Kurdistan24 û bi dehan gotar û lêkolîn ji bo rojnameyên navdewletî derbarê şerê li Sûriye û Iraqê de.

Xelata Kurt Schork, xelatek navdewletî ye, ji sala 2002an ve ji aliyê ajansa nûçeyan a Brîtanî “Reuters” ve hatiye ragihandin, wek rêzgirtinekê li peyamnêrê şer ê Amerîkî Kurt Schork, yê di sala 2000î de dema li Sierra Leone karê rojnamegeriyê ji bo Reutersê dikir hate kuştin.

Ev xelat ji bo rojnamevanên serbixwe, peyamnêrên xwecihî û koordînatorên nûçeyan li çar aliyên cîhanê tê dayîn, wek rêzgirtinekê ji bo wêrekiya wan a di xebata di nav deverên şer û pevçûnan de.

Reutersê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de, pêşkêşkirina xelatê bo Erefat ragihand û da zanîn ku Erefat ji sala 2011an ve bi hevkariya ajansên nûçeyan yên herêmî û navdewletî dest bi rûmalkirina bûyerên li Sûriyê û Iraqê kiriye, bi saya tora wî ya berfireh ji pêwendiyan û têgihîştina wî ji rewşa niha ya herêmê û bûyeran re.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Erefat karîbû rê ji bo gihîştina çekdarên berê yên DAIŞê yên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatibûn girtin, dabîn bike.

Ajansa Brîtanî her wiha pesnê wêrekiya Erefat, jêhatiya wî rojnamevanî û zimanî û lojîstîkî da ku di şert û mercên pir metirsîdar de dixebitî.

“Peyamnêr û rojnamevan li Sûriyê her dem rûbirûyê metirsiyê ne”

Hîşam Erefat derbarê wergirtina vê xelatê de ji K24ê re got: “Ez ser bilind im ku Xelata Kurt Schork ya 2023an di Rojnamegeriya Navdewletî ya ji aliyê Thomson Reuters ve wergirim.”

Da zanîn jî: “Yek ji çîrokên balkêş ên ku ez pê serbilind im, lê di heman demê de min pir diêşîne, çîroka dagirkirina bajarê min Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ye. Min bi riya çîroka koçkirina ducarî ya malbatekê bal kişande ser wê bûyerê: carekê li Sûriyê, piştre bo derveyî Sûriyê, li welatekî derdor. Ji bo qayilkirina her endamekî malbatê ku li ser rewşa xwe biaxive ne karek hêsan bû. Min ev çîrok ji bo nivîskarekî navdar çêkir û piştî weşandina wê, mijara dagirkirina bajarê min derkete ber çavê medyayê.”

Hîşam Erefat dibêje: “Peyamnêr û rojnamevan li Sûriyê her dem rûbirûyê metirsiyê ne - ji metirsiya li ser erdê heta peydakirina agahiyên rast. Lê Em ji bo parvekirina rastiyê pabend in, her çendî astengî jî hebin.”