Kirîstiyanî milîsên Reyan Kildanî bi tawana li Hemdaniyê tawanbar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Beyt Nehrîn dibêje, Kirîstiyanî milîsên Reyan Kildanî bi tawana navçeya Hemdaniyê tometbar dikin. Got jî: Rayan Kildanî bi ajandayeke li dijî Kirîstiyanan û Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Beyt Nehrîn Amir Huzeyran ji K24ê re ragihand, “Reyan Kildanî ajandayekê cibicî dike, ku ziyaneke mezin digihîne Kirîstiyanan. Em ji wî dixwazin ku dest ji van tiştên nerast berde.”

Huzeyran got, Kirîstiyanî milîsên Reyan Kildanî bi tawanê li Hemdaniyê tawanbar dikin, ji ber ku ew li deverê desthilatdar in.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Vê bûyerê jî gelek karvedan li ser asta Iraq û cîhanê li pişt xwe anîn.

Ev yek piştî wê tê, duhî 1ê Cotmehê Serokê Komîteya Lêkolînê ya derbarê bûyera Hemdaniyê Lîwa Seid Faleh got ku bûyer ne bi qestî bûye û ji ber yariyên agirîn û kelûpelên ku ji bo xemilandina salonê hatine bikaranîn, pêk hatiye.

Derbarê wê bûyerê û encamên lêkolînê de jî, Serokê Usqufên Dêra Katolîk a Suryaniyan a Mûsilê û Derdora wê, Mar Benedict Yûnan Henno ji K24ê aşkere kir, Kirîstiyanî ji encamên lêkolîna li ser bûyera Hemdaniyê ne razî ne û got: “Em daxwaza xwîna şehîdên xwe dikin.”

Parêzgarê Neynewayê Necm El-Cibûrî jî pêştir daxwaz kir ku Lîwaya Babiliyon ya bi serkirdatiya Reyan Kildanî û ser bi Hêzên Heşda Şeibî ve ye, ji navçeya Hemdaniyê bên derxistin û got: Bi hebûna polîsên xwecihî û artêşa Iraqê, pêwîstî bi hebûna Lîwaya Babiliyon li Hemdaniyê nîne.

Reyan Kildanî serkirdayetiya milîsên çekdar ên Babiliyon dike ku ji sala 2014an ve hatiye damezrandin û di bin navê “Lîwaya 50” di nava Hêzên Heşda Şeibî" de ye. Herwiha wî pênc kursiyên kotayê yên ku ji bo Kiristiyanan hatine veqetandin, di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 2021an de kontrol kirine.