Firokeyên şer ên Tirkiyê li ser çend deverên Herêma Kurdistanê digerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li devera Raperînê da zanîn, firoke li ser devera Raperîn û zincîre çiyayên Qendîlê difirin û zanyarî hene ku çend deverên din bombebaran kiribin.
Li gorî Peyamnêrê K24ê li devera Raperînê, firokeyên şer li ser çiyayê Rapêrîn û Qendîlê difirin û zaniyarî hene ku gundê Gelale, çiyayê Baskeqal û Şînkayet yên ser bi Şarbajêr ve bombebaran kiribin.
Peyamnêrê K24ê li Soranê jî got, firokeyên şer ên Tirkiyê li asmanê Îdareya Xweser a Soranê digerin.
Herwiha peyamnêrê K24 li Silêmaniyê diyar kir, îro demjimêr 19:00ê firokeyên bê firokevan 3 gundên nêzîkî gundê Gelale û gundê Basawe yê ser bi navçeya Mawetê ve bombebaran kirin.
Piştî êrîşa PKKê li ser Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Enqereyê roja 1ê Cotmehê, ev sê roj in firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê jî, 16 xal û baregehên PKKê yên li Metîna, Xakûrk, Garê, Qendîl û Asosê di operasyonên asmanî de hatine jinavbirin.