Wezîrê Derve yê Brîtanyayê: Em piştevaniya qewareya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Brîtanya dibêje, welatê wî piştevaniyeke temam li Qewareya Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverley ragihand, rasterast peywendiya wî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re heye û Brîtanya piştevaniyeke temam li Qewareya Herêma Kurdistanê dike.

Di çarçoveya beşdariya di Konferansa Salane ya Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê, xortê Kurd Felah Hesen ku Cîgirê Serokê Lawên Partiyên Demokrat e ligel Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverley civiya û rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

Felah Hesen amaje bi wê yekê kir, hin aliyên siyasî û siyasetmedarên Iraqê hewla têkdana qewareya Herêma Kurdistanê didin ku bi têkoşîn û xwîna bi dehhezaran kurên Kurdistanê pêk hatiye.

Ji aliyê xwe ve, Cleverley got ku hebûna qewareya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Brîtanyayê giring e û hikûmeta Brîtanya dê hertim piştevaniya wê bike û dê li ser piştevaniya qewareya fermî ya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê spasiya gelê Kurdistanê kir û xwe bi dostekî nêzîk yê Herêma Kurdistanê dibîne.

Her di vê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ragihand, pêwendiya wî ya rasterast û dostane bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re heye û hêvî xwast careke din serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverley û Felah Hesen