Natanyaho: Em di şerî de ne

Binyamîn Natanyaho, Serokwezîrê Israîlê
Binyamîn Natanyaho, Serokwezîrê Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Binyamîn Natanyaho, Serokwezîrê Israîlê di peyameke vîdyoyî de piştî êrîşa asmanî û bejahiyê ya Bizava Hemasê li ser Israîlê ragehand, “Em di şerî de ne”.

Natanyaho di peyameke vîdyoyî de ku li ser hijmara xwe ya fermî li platforma “X”ê parve kiriye dibêje, “Welatiyên Israîlê, em di şerî de ne û em dê bi ser bikevin jî”.

Serokwezîrê Israîlê di peyama xwe ya yekê de piştî êrîşên balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser Israîlê got: Dijmin dê bi rengekî wesa xûka kiryarên xwe bide ku pêştir nedîtibe.

Li gorî zanyaran, ji ber êrîşên îro yên li ser Israîlê, nêzî 22 kesan hatine kurştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Îro seet şeşê sibehê ketîbeyên Qesamê yên balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa”yê bo ser Israîlê dest pê kir û di ragehandinekê de parve kiriye ku zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê hatine kirin, di encamê de jî zirareke zêde gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê.

Ketîbeyên Qesamê di ragehandinekê de behsa wê yekê jî kir ku armanc ji operasiyona wan “bergirîkirin ji Qudsê azadkirina axa wan e û heta roja serkeftinê dê berdewam bin”.

Li gorî nûçeyeke ajansa Royterzê, ji bilî êrîşa moşekî bo ser Istraîlê, hijmareke çekdarên Hemasê jî çûne nav sinorên Israîlê û bi hêzên ewlehiyê yên wî welatî re şerê kolan bi kolan dikin.

Amaje bi wê yekê jî hat dan ku bi destpêka êrîşa moşekî bo ser Iraîlê re li başûr û naverastên wî welatî zenga haydarkirinê hatiye lêdan û supayê Israîlê rewşa cengî ragehandiye û daxwaz ji yekîneyên serbazî yên zêde kiriye ku di amadebaşiyê de bin, gefa wê yekê jî  kiriye ku êdî dê komên Filistînî bi cidî bikin armanc.