Biden bang li Îranê dike demildest xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî azad bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, divê rayedarên Îranê demildest xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgîz Mihemedî azad bikin, ji ber ku ew banga azadî û wekheviyê dike.

Biden got: “Nêrgiz Mihemedî ji bo mirovên li her derê îlhamek e, lewra divê Îran dimildest wê û hevalên wê yên ku ji bilî azadî û wekheviyê daxwaza tiştekî nekirine, azad bikin.”

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bi Kurdî li ser twîtterê nivîsî, dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê bo Nêrgîs Mihemedî û jinên Îranî, hêza jinan bo azadiyê nîşan dide.

Duhî 6ê Cotmeha 2023, Komîteya Xelata Nobelê ya Aştiyê biryar da ku xelata Nobelê bide çalakvana mafên mirovan ya Îranî Nêrgiz Mihemedî ku di girtîgehê de ye.

Nêrgiz Mihemedî ku niha di girtîgehê de ye, Berdevk û Cîgira Serokê Encûmena Parêzvanên Mafê Mirovan a Îranê ye.

Li gorî rêxistina FLDê ya taybet bi berevanîkirina li mafên mirovan, Nêrgiz Mihemedî niha di girtîgeha Êvîn a Tehranê de ye û 12 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.