Hejmara kuştiyên Îsraîlê 700 kes derbas kir

Bombebarana Îsraîlê ya li ser Karta Xezzayê
Bombebarana Îsraîlê ya li ser Karta Xezzayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Medya Îsraîlê ragihand, hejmara Îsraîliyên ku di du rojên borî de ji aliyê komên Filistînî ve hatine kuştin, 700 kes derbas kiriye û nêzîkî 2200 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand, di bombebaranên Îsraîlê de 470 kesan li karta Xezzeyê canê xwe jidest dane û zêdeyî 2100 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê diyar kirin, ji tirsa bombebarana Îsraîlê, 70 hezar kesî li Xezzeyê xwe spartine dibistanan.

Hevdem jî, şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de li navçeyên Sidort, Eskelan û 5 deverên din ên Karta Xezzeyê berdewam dikin.

Li gorî ajansa “Reuters”, hejmara Îsraîliyên ku ji aliyê komên Filistînî ve dîl hatine girtin, gihîştiye zêdetirî 150 kesî û 700 kes jî winda ne.

Peyamnêrê K24ê li Xezzeyê da zanîn, şeva borî û îro danê sibê jî artêşa Îsraîlê di bonbebarankirina karta Xezzeyê de berdewam bû û cihê sivîlan û cihê ku tevgera çekdarên Hemasê lê heye armanc kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand, wan şeva Yekşemê û Duşemê "zêdetir ji 500 cihên" tevgera Hemas û Cîhada Îslamî li Xezzeyê bombebaran kirine.

Roja 7ê Cotmehê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê zêdetir ji 5 hezar mûşek ji Karta Xezzeyê avêtin herêmên Îsraîl û cihûyan. Hejmarek ji çekdarên filistînî jî sînorê derbasî navçeyên di bin kontrola Îsraîlê bûn û şerê kolanan di navbera wan û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê derket.

Li hember vê yekê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şer li dijî Hemas û komên çekdar ên Felestînî ragihand û bang li xelkê Xezzeyê kir ku deverên xwe vala bikin, piştî wê jî artêşê dest bi êrîşên bejayî û asmanî li ser Xezzeyê kirin.