Sîstema Bergiriya Asmanî ya Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşa moşekî ya Bizava Hemasê bo ser Israîlê de, ku zêdetirî pênc hezar moşekan ji Kertê Xezzeyê arasteyî Israîlê hatin kirin, yek ji tiştên balkêş û hejî pirsyarkirinê sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê ye.

Sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê ku wekî “Irom dome” tê naskirin ji sê pişkan pêk hatiye; radar, kontirol û pişka lêdana armancê. Ev sîstem dikare bersingên her êrîşeke moşekî ya dûr an jî nêzîk bigire. Sîstema asmanî ya Israîlê 90% dikare armanca xwe bîne. Karê pişka radarê ya wê sîstemê ew e ku êrîşan eşkere bike û çavdêriya asmanê welatî dike, hemî zanyarên ku werdigire dişîne pişka kontirolî.

Pişka kontirolî ya sîstema bergiriya asmanî wan zanyarên ku ji pişka radarê digehin wê şirove dike û hildisengîne, wan armancan diyar dike yên ku moşek jê arasteyî asmanê wî welatî hatine kirin.

Herwesa pişka lêdana armancan di sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê de dikare armancan li dûratiya 70 kîlometran bîne.

Xalên lawaz ên sîstema bergiriya Israîlê:

Zêdebarî aliyên wê yên erênî, sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê xaleke lawaziyê jî heye, ew jî ew e ku di dema êrîşên berfireh de nikare moşekan kontirol bike.