Fermandeyekê Supayê Israîlê li sinorê Libnanê hat kuştin

Bingehekî serbazî yê supayê Israîlê li sinorê navbera Israîlê û Libnanê - wêne: Ajansa Reutersê
Bingehekî serbazî yê supayê Israîlê li sinorê navbera Israîlê û Libnanê - wêne: Ajansa Reutersê

Berdevkê Supayê Israîlê ragehand, di rûbirûbûneke çekdarên Hizbulayê de li sinorê Libnanê fermandeyekî wan hatiye kuştin.

Berdevkê Supayê Israîlê Daniel Hagarî herwesa ragehand, hijmareke çekdarên Hizbulaya Libnanî bizava çûna nav axa Israîlê kiriye, ji ber wê yekê rûbirûbûn çê bûye û fermandeyê wan hatiye kuştin, li beranberî wê yekê jî bingehên Hizbulayê bi giranî hatine bordumankirin.

Berdevkê Supayê Israîlê amaje bi wê yekê jî da, tevaya berokên nêzîkî Kertê Xezzeyê çol kirine ji ber ku wekî deverên şerî serederiyê pê re dikin û devera xwe ji çekdarên Hemasê pakij kiriye.

Daneil Hagarî herwesa ragehand, em tevaya xelkê Israîlê piştrast dikin ku em dê li ser dabînkirina aramiyê ji bo wan û nehêlana teroristan berdewam bin. Ji bo vê meremê jî supa û polîs xistine rewşa amadebaşiyê.

Seet şeşê sibeha roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, ketîbeyên Qesamê yên balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa”yê bo ser Israîlê dest pê kir. Di ragehandinekê de hatiye parvekirin ku zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê hatine kirin, di encamê de jî zirareke zêde gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê.

Li gorî nûçeyeke Ajansa Reutersê, ji bilî êrîşa moşekî bo ser Israîlê, hijmareke çekdarên Hemasê jî çûn nav sinorên Israîlê û bi hêzên ewlehiyê yên wî welatî re dest bi şerê kolan bi kolan kir.

Li beranberî wê yekê Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu şerê li dijî komên çekdar ên Filistînê ragehand û welatiyên Kertê Xezzeyê haydar kirin ku wê deverê berdin.

Ji ber êrîşên çekdarên Hemasê û supayê Israîlê bo ser deverên hev, heta niha nêzî du hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî pênc hezar kesan jî birîndar bûne.

Ji bilî çekdarên komên Filistînî, Hizbulaya Libnanî jî li sinorê navbera Libnanê û Israîlê çend carekan bi moşekan êrîş kiriye ser deverên li jêr destê Israîlê, herwesa çekdarên Hizbulayê bizav kiriye ku derbaz bibin nav deverên wan.