Rêber Ehmed: Hikûmeta Iraqê gaveke biçûk jî bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê neavêtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed ragihand, “Pirsgirêka me ya destûrî li gel hikûmeta federal heye, ji ber ku îradeyek li Bexdayê heye ku destûr, yasa, rêkeftin û heta têgihîştina siyasî jî cibicî nake.”

Rêbar Ehmed di Dîdara MERI de ragihand, rêkeftina Şingalê yek ji destkeftên danûstandinên demdirêj ên di navbera Bexda û Hewlêrê de ye, lê ti îradeyeke siyasî ya bihêz ji bo cîbicîkirina vê rêkeftinê li Bexdayê nîne.

Destnîşan kir jî, gelek şandên ji Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê kirine, gelek soz dane Serok Barzanî, lê ji wê demê ve tenê beşeke biçûk ji wan sozên xwe bicih anîne.

Da zanîn jî, Piştî bûyerên sala 2017an, valahiyek ewlehiyê li navçeyên madeya 140 derketiye û li wan deveran gelek binpêkirin çêbûn. Berî wê jî di dema şerê li dijî DAIŞê de li van deveran valahiyeke ewlehiyê hebû, bi taybet li Şingal û derdora wê ku gelek pirsgirêk hebûn, di serî de jî qirkirina Êzidiyan ku heta niha jî gelek kes winda ne.

Wezîrê Navxwe bal kişande ser wê yekê, ji piştî 2014an ve, nêzîkî 300 hezar Êzidî cih û warê hîştine û li kamp û bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dimînin, lê ji ber neasayîbûna rewşa Şongalê, niha ew nikarin ser cih û warên xwe.

Herwiha da zanîn, têgihiştineke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de heye, lê dema ku her du hikûmet tên cîbicîkirina rêkeftinan, îradeyek li pişt hikûmeta Iraqê heye ku nahêle ew rêkeftin bên cibicîkirin.

Rêber Ehmed ragihand jî, piştî îmzekirina rêkeftina Şingalê, hewl hat dayîn ku rêveberiya rewa ya Şingalê were vegerandin, lê hin hêzên neyasayî yên Iraqî û hin jî ne Iraqî wek PKK û hêzên ser bi wê ve, rê nedan rêveberiya rewa veger navçeyê.

Rêbar Ehmed amaje bi wê yekê jî kir, ku ti îradeyeke siyasî ya bihêz ji bo cîbicîkirina vê rêkeftinê li Bexdayê nîne. Da zanîn jî, 3 sal di ser îmzekirina vê rêkeftinê re derbas bûne, hikûmeta Iraqê gaveke biçûk jî bo cîbicîkirina vê rêkeftinê neavêtiye.

Roja 9ê Cotmeha 2020an hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftina Şingalê îmze kiribûn ku ji 6 xalan pêk tê:

1. Hilbijartina qeymeqamekî nû.

2. Hikûmeta federal îdare pirsgirêkên ewlehiyê dike.

3. Erkdarkirina 2500 kes ji Şingalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.

4. PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.

5. Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyin girtin.

6. Divê Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.