Erdhejek li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê dide

Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê - Wêne: ERŞÎF
Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê - Wêne: ERŞÎF

Navenda Nûçeyan (K24) – Erdehejekê bi gorî 4.7 pileyên Rêxterê li bajarkekê Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê da, ku çeqê wê li Gola Wanê bûye û çi zirar jê çê nebûne.

Roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, Ajansa Karesatan û Birêvebirina Rewşên ji Nişkê ve ya Tirkiyeyê (AFAD) ragehand, îro seet 2ê piştî nîvro erdhejekê bi gorî 4.7 pileyên Rêxterê li bajarkê Tuşbayê yê ser bi Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve da.

Di eynî demê de di ragehandina xwe de behsa wê yekê jî kiriye ku, ew erdhej li kûratiya heft kîlometran qewimiye û çeqê wê jî Gola Wanê bûye lê çi amajeyek bi zirarên canî û madî nedaye.

Erdheja Wanê wekî yek ji paşlerizînên erdhejên bihêz ên 6ê Şibata îsal û rojên paştir tê hesibandin ku zêdetirî 50 hezar kesan ji ber wan erdhejan mirine û hejmara birîndaran jî ji 100 kesan derbaz bûye.