Israîlê fermana valakirina bakurê Kertê Xezzeyê derxist

Awarebûna akinciyên Xezze ji ber şerê Hemas û Israîlê - wêne: AFP
Awarebûna akinciyên Xezze ji ber şerê Hemas û Israîlê - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Supayê Israîlê bi rengekî fermî daxwaz ji akinciyên bakurê Kertê Xezzeyê kir ku malên xwe berdin û ber bi sinorên başûrî ve bar bikin.

Supayê Israîlê haydarî jî da, divê akinciyên bakurê Kertê Xezzeyê ku hejmara wan yek milyon û 100 hezar kes e di dema 24 seetan de devera xwe berdin û ber bi başûrî ve bar bikin.

Li beranberî wê yekê, Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stéphane Dujarric rexneyên tund li biryara supayê Israîlê girtin û amaje da, “ger Israîl ji biryara xwe poşman nebe, karesatên mirovî yên mezin di rêyê de ne”.

Berdevkê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî eşkere kir, ji destpêka êrîşên Israîlê heta niha, nêzî 425 hezar kesan li Kertê Xezzeyê aware bûne.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin kirin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî.

Li beranberî wê yekê, Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu şerê dijî Bizava Hemasê ragehand û supayê welatê wî jî operasiyona “Şûrê Asinî” li dijî çekdarên Hemasê dest pê kir.

Îro roja heftê ye ku şer di navbera supayê Israîlê û çekdarên Hemasê de berdewam e.

Li gor amarên medyayên Israîlê, zêdetirî hezar û 300 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, hezar û 417 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.