Saxlemiya Filistînê amareke nû ya kuştî û birîndarên Xezzeyê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî çendekê Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê amareke nû ya kuştî û birîndarên Xezzeyê belav kir.

Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê belav kir, ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê, hejamra kuştiyan bo 1799 kesan bilind bû.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê herwesa ragehand, di nav wê hejmarê de, 583 zarok hene.

Amaje bi wê yekê jî da, ji ber êrîşan heta niha 6388 kes birîndar bûne.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî. Israîlê jî rewşa ji nişkê ve ragehand û biryar e hikûmeta şerî pêk bînin.

Zêdebarî wê yekê ku Amerîkayê keştiya şerî şand Rojhelata Navîn û welatên cîhanê jî ji bo piştevaniyê bûn du berok; piştevanên Israîlê û piştevanên Filistînê.