Cotkarên Mexmûrê rêya Hewlêr-Mexmûrê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên Mexmûrê rêya Hewlêr-Mexmûrê girtin, ji ber ku rêbenda hêzên Iraqî rê nade wan ku ew tov û dermanên çandiniyê derbas bikin.

Li gor peyamnêrê K24ê, hêzên Iraqî rê nadin ku cotkarên Mexmûrê tov û dermanên çandiniyê ji Hewlêrê bi xwe re bibin Mexmûrê û daxwaza xûkê ji wan dikin.

Li hember vê kiryara hêzên Iraqî jî, cotkarên Mexmûrê îro 15ê Cotmehê rêya Hewlêr - Mexmûrê girtin û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Cotkarekî Mexmûrê ji K24ê re got, niha demsala çandiniyê ye û pêwîstiyan wan bi wê heye ku tov û semadê ji Hewlêrê bibin Mexmûrê. Lê ew li ser xala kontrolê ya artêşa Iraqê ew tên rawestandin û tenê bi dayîna pereyan derbas dibin.

Herwiha got: “Wan serî li dezgeha istixbarata Iraqî daye, da ku kelûpelên xwe bi nivîskî werbigirin, lê artêşa Iraqî hê jî rêgiriyê li wan dike.”

Ev ne cara yekem e ku hêzên Îraqî astengiyan ji cotkarên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re çêdikin, di çend salên borî de, gelek caran bûyerên bi vî rengî derketine.

Qezaya Mexmûrê 40 k.m dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê lê ji aliyê îdarî ve bi ser parêzgeha Neynewayê ve hatiye xistin. Mexmûr ji 3 nahiyan (Qerec, Dîbeke û Giwêr) û 319 gundan pêk tê.

Qezaya Mexmûrê, devereke deştî û bi axa xwe ya bi pît navdar e, lê projeyên avdanê yên ku derfetê ji bo pêşxistina çandiniya dide lê kêm in.