Li Dêrazorê 8 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 2 operasyonên cuda ên hêzên asayişê û HSDê de, 8 çekdarên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzên me yên taybet H.A.T bi piştgirî û beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî di du rojên borî de, 2 mîrên DAIŞê li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrezorê girtin.”

Da zanîn jî, “Yek ji wan serçeteyan, berpirsê darayî yê fînansekirina şaneyên DAIŞ`ê û berpirsê pêkanîna planên li dijî herêmê bû.”

Amaje bi wê jî da, di operasyona lêgerînê de, çekên kilaşînkov, çekên curbicur, cebilxane jî hatin desteserkirin.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên belav kir, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke daketina ji asman de li bajarê Şihelê yê Dêrezorê pêk anîn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di operasyonê de ku şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û çekdarên de derketin û di encamê de 6 kes hatin girtin.