Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê li ser rewşa Xezzeyê axivîn

Waşinton (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya tilefonê peywendî bi Mihemed Şiya Sûdanî re kir, û danûstandin li ser şerê navbera Israîl û Hemasê û şandina arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê kir.

Li dû ragehadineke Koçka Spî, Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê danûstandin li ser wan bizavan kiriye yên ku rêyê li zêdetir mezinbûn û berfirehbûna şerê navbera Hemas û Israîlê digirin. Di eynî demê de herdu aliyan danûstandin li ser rewşa mirovî li Xezzeyê û şandina arîkariyan ji bo wê deverê bi hemahengiya Neteweyên Yekgirtî û welatên din kir.

Koçka Spî amaje daye wê yekê ku, di wê peywendiya tilefonî da, Biden û Sûdanî tekez kiriye ku peywendiyên navbera Waşinton û Bexdayê berdewam bin, ew jî di çarçoveya stratejî ya navbera wan herdu welatan.

Koçka Spî amaje daye wê yekê jî ku Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê pabendiya xwe li ser hemahengiya berdewam a tîma herdu aliyan, bi merema pêşvebirina armancên hevpar û parastina seqamgîriya deverê, tekekz kir.

Îro dibe roja 11ê ku şerê navbera komên Filistînê û supayê Israîlê berdewam e û heta niha jî êrîşên herdu aliyan li ser hev berdewam in.