Supayê Israîlê amadekariyên temam ji bo êrîşa bejahiyê kirine

Hejmareke tankên supayê Israîlê li ser sinorê Kertê Xezzeyê - wêne: AFP
Hejmareke tankên supayê Israîlê li ser sinorê Kertê Xezzeyê - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyarên medyaya fermî ya Israîlê, supayê wî welatî amadekatiyên temam ji bo destpêkirina êrîşa bejahiyê bo ser Kertê Xezzeyê kirine.

Îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, medyaya fermî ya Israîlê – KAN belav kiriye ku supayê wî welatî amadekariyên temam ji bo operasiyona bejahiyê bo ser Kertê Xezzeyê kirine.

Medyaya fermî ya Israîlê amaje daye wê yekê jî ku ev ji bo dema sê rojan e çi şerek di navbera supayê Israîlê û komên Filistiyan de çê nebûye.

Herwesa wê nûçeyê behsa wê yekê kiriye ku hemî pêşhat diyar dikin supayê Israîlê amadekariyên xwe ji bo çûna nav Kertê Xezzeyê temam kirine, û “piştî pakijkirina wan yekîneyên Cihû lê dimînin ji çekdarên Filistî”, ew operasiyona bejahiyê ji bo ser Xezzeyê qonaxa duyê ya şerî ye.

Ev di demekê de ye ku îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, supayê Israîlê di ragehandinekê de ragehand, ji roja 7ê Cotmehê heta niha, hejmara wan serbazên Israîlî yên ku di şerê bi komên Filistiyan re hatine kuştin gehiştiye 306 serbazan.

Li dû amarên dawiyê, ji ber bombebaranên balafirên şerî yên Israîlê, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezzeyê hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.