Li Silêmaniyê sê rojnamevan bê haydarkirina pêşwext hatine girtin

Wêneyên wan hersê rojnamevanên li Silêmaniyê hatine girtin
Wêneyên wan hersê rojnamevanên li Silêmaniyê hatine girtin

Silêmanî (K24) – Di dema 24 seetan de du rojnamevan hatine girtin bê ku pêştir ji aliyê dadgehê û dezgehên ewlehiyê ve hatibin haydarkirin. Herwesa rojnamevanekî din jî ragehand, piştî 23 rojên girtinê îro hatiye azadkirin.

Peyamnêrê K24ê ragehand, ji sibeha doh (Yekşem, 22ê Cotmeha 2023ê) ve, rojnamevan û peyamnêrê dezgeha Basnewsê, Îmad Bîlal, li bajarê Silêmaniyê hatiye girtin û niha li zindanê ye.

Îmad Bîlal yek ji rojnamevanên diyar ên silêmaniyê û peyamnêrekî çalak ê dezgeha Basnewsê ye, ev ji bo heyama 10 salan e tevaya çalakiyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê romal dike.

Her îro roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, rojnamevan Azad Bayîz di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, roja 11ê Îlonê ji aliyê dezgeheke YNKyê ya ewlehiyê ve li qezaya Çemçemalê hatiye girtin. Li berahiyê ew ji bo dema yek seet û nîvan li Asayîşa Rojavayê Çemçemalê hêlaye û paşî şandiye Dijeterora Silêmaniyê.

Vî rojnamevanî got jî, hindek tometên sexte ji min re çê kirine ku qaşo min bi navên çêkirî gef li xelkî û hunermendan kirine.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand, piştî ku sibeha îro roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula, ji ber haydarkirina wî li ser hebûna skalayekê, serdana dadgeha Silêmaniyê dike, lê bi behaneya hebûna fermaneke girtinê ya pêştir fermana girtina wî tê derxistin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje da wê yekê jî, ew fermana ji bo girtina nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula hatiye derxistin, çi peywendî bi wê skalayê û haydarkirinê ve nîne ya ku wî rojnamevanî îro ji ber wê serdana dadgehê kiribû.