Rojnamevan Cemal Ebdula hat azadkirin

Nivîser û Rojnamevan Cemal Ebdula
Nivîser û Rojnamevan Cemal Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî du rojan ji girtina wî, îro rojnamevan Cemal Ebdula bi kefalet hat azadkirin.

Piştî du rojan ji girtina wî li bajarê Silêmaniyê, sibeha îro roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, nivîser û rojnamevan û berdevkê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cemal Ebdula, bi kefalet hat azadkirin.

Sibeha roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, ji ber haydarkirina wî li ser hebûna skalayekê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula serdana dadgeha Silêmaniyê kiribû, lê bi behaneya hebûna fermaneke girtinê ya pêştir fermana girtina wî tê derxistin.

Ew fermana ji bo girtina nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula hatibû derxistin, çi peywendî bi wê skalayê û haydarkirinê ve nîne ya ku wî ji ber wê serdana dadgehê kiribû.

Nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula di kabîneya şeşê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdevkê fermî yê hikûmetê bû. Wî nivîs û mijar li gelek dezgehên medyayî belav kirine û xwediyê çend kitêban e. Herwesa di karê rojnamevanî jî de, ew sernivîserê kovarê bû.