Samuel Warberg: Pêwendiyeke me ya bihêz bi artêşa Iraqê û Pêşmerge re heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve yê Amerîka Samuel Worberg dibêje: “Em li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, li wî welatî ne û pêwendiyên me yên bihêz bi artêşa Iraqê û Pêşmerge re hene.”

Samuel Worberg derbarê şerê Îsraîl û Hemasê de ji K24ê re got: “Em dixwazin wekî her welatek welatiyên me biparêzin. Hin welatiyên Amerîkî hê jî di destê Hamasê de dîl in. Em tekezî li ser berdana wan dikin.”

Got jî: “Em ê bêyî şert û merc hemû alîkariyên mirovî ji gelê Filistînê re bişînin. Ji bo ku alozî bidawî bibin û sivîl zêdetir nebin qurbaniyên şer, em ê hemû hewlên xwe bidin.”

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve yê Amerîka diyar kir jî: “Heta niha 33 welatiyên Amerîkayê ji aliyê Hemasê ve hatine kuştin û 10 jî winda ne û ti zanyariyên me li ser wan tune ne.”

Derbarê êrişên vê dawiyê yên li ser baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê, Samuel Warberg got: “Îran di êrişên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de beşdar e.”

Got jî: “Em hemû tedbîran ji bo parastina hêzên xwe distînin. Pêwendiya me bi hemû hêzên Iraqî re heye û bi Pêşmerge re heye. Êrişên li ser baregehên me yên leşkerî li Iraqê, ne tenê li dijî Amerîkayê ne, belkû li dijî Iraqê ye jî.”

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve yê Amerîka tekez kir jî: “Hêzên me li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li wê welatî ne.”

Worberg behsa piştgiriya Amerîka ji Îsraîlê re kir û got: “Amerîka pêwendiyeke wê ya dirêj û dîrokî bi Îsraîlê re heye û ji dema damezrandina dewleta Îsraîlê ve, ew hevalbenda me ye.”

Derbarê Filistînê de jî got: “Em ji bo gelê Filistînê bigihêjin mafên xwe dixebitin, lê ya ku nahêle gelê Filistîn bigihe mafên xwe Hemas e, lewma mafê Îsraîlê ye ku li hember Hemasê xwe biparêze.”

Warberg tekez kir: “Her welatek ku rastî êrîşa terorîstan tê, mafê xwe heye ku xwe biparêze û em piştgirîya her welatekî dikin ku şerê van komên terorîst dike.”

Derbarê pêwendiya Îran bi Hemasê re got: “Ti delîlên me nînin ku Îran li pişt êrîşên Hemasê yên li ser Îsraîlê ye, lê ev nayê wê wateyê ku Îran û piştgiriya nade Hamasê. Îran piştgiriya darayî dide komên terorîst ên wek Hemas û Hizbullah.”