Biden soza lêdanên zêdetir li hêzên Îranî li Sûriyê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka radgihîne, wan bi fermana Joe Biden çend embarên Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê kirine armanc.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro 28ê Cotmehê derbarê êrîşên li ser baregeha hêzên Amerîkî li Sûriye û Iraqê, di daxuyaniyekê de ragihand, “Washington amade ye tedbîrên zêdetir ji bo rûbirûbûna her gefekê bigire.”

Biden di nameyekê de ji Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson re got: “Mîlîşyayên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve ji 17ê Cotmehê ve zincîreke êrîşan li ser Amerîkiyan li Iraq û Sûriyê pêk anîne.

Serokê Amerîkayê diyar kir jî, di encama wan êrîşan de hejmarek ji leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encûmena Asayişa ya Netewî ya Koşka Spî John Kerby got, êrîşên wan çend embarên Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê kirine armanc.

Got jî, armanca wan êrîşan, kêmkirina şiyana girûpên nêzîkî Îranê û şandina peyamekê ji her aliyekî re ye ku Amerîka bi hemû hêza xwe berevaniyê li xwe dike.

Pêştir jî, Pentagonê di raportekê de ragihandibû ku Biden fermana êrişa ser baregehên Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê daye ku çend êrîş li dijî hêzên Amerîkî kirine.

Biden nameyek ji Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî re şandibû û tê de hişyarî da ku her êrîşek li ser hêzên Amerîkî, dê qada şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezayê, berfirehtir bike.