Asayîşa Akrê du kes bi tometa kuştina karmendekî Asayîşa Berdereşê girtine

Qezaya Berdereşê
Qezaya Berdereşê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Akrê girtina du tometbaran bi guneha kuştina karmendekî Asayîşa Qezaya Berdereşê di nav mala wî de ragehand.

Îro roja Yekşemê, 29ê Cotmeha 2023ê, Rêveberiya Asayîşa Akrê ragehand ku li roja 28ê Cotmeha 2023ê, seet 14:20, termê karmendekî Rêveberiya Asayîşa Qezaya Berdereşê li nav mala wî li taxa Rizgariyê ya Qezaya Berdereşê hatiye dîtin ku bi rengekî hovane hatibû kuştin.

Asayîşa Akrê di ragehandinekê de amaje da wê yekê ku piştî wê rûdanê tîmên wan bi hevpariya Nivîsîngeha Nehêlana Tawanan a Qezaya Berdereşê dest bi lêkolînan kir û di encamê de du tometbar bi navên M.X.X. û H.R.Q. hatin girtin û di lêkolînan de itîraf bi tawana xwe kir.

Asayîşa Akrê ragehandiye, Dadwerê Lêkolînê yê Qezaya Akrê li dû madeya 406ê ji qanûna sizadanê ew herdu tometbar rawestandine û dê ji bo dadgehê bişîne.

Roja sêşemê, 28ê Cotmeha 2023ê, termê Erkan Xeyrî Husên ku karmendekî Asayîşa Qezaya Berdereşê bû di nav mala wî de li Qezaya Berdereşê hat dîtin ku bi rengekî hovane hatibû kuştin.