Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê careke din tê moşekbarankirin

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê
Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên Îraqî belav kiriye ku bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Îraqê bi çar moşekan hat moşekbarankirin.

Li gor zanyarên destpêkî, zirarên canî û madî yên wê êrîşê hêşta diyar nînin. Heftiya borî jî komên çekdarî yên girêdayî Îranê çend caran bi rêya dron û moşekan êrîş kiribû ser çend bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê.

li gor zanyaran, Amerîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de 900 serbaz li Sûriyeyê û 2500 serbaz li Îraqê hene.

Pêştir jî Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû ku komên girêdayî Îranê li Îraqê çend caran êrîş kiribû ser hêzên wan.

Li roja 26ê Cotmeha 2023ê, Rojnameya The Washinton Post parve kiribû, Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Joe Biden dixwaze gurzekî li komên çekdar ên girêdayî Îranê bide, ku li Îraqê û Sûriyeyê êrîşê dikin ser hêzên wan.

Wê rojnameyê behsa wê yekê kiriye ku di dema borî de Komariyan zêdetir givaştin xistine ser Serokê Amerîkayê ku bersiva wan êrîşan bide yên ku li Îraqê û Sûriyeyê li dijî hêzên Amerîkayê tên kirin.

Ji hingê ve ku Amerîkayê hêzên xwe yên şerker li Rojhilata Navê zêdetir kirine, Komariyên Kongirêsê ji Biden dixwazin ku bi tundî bersiva komên girêdayî Îranê bide.

Rojnameya The Washinton Post bal kişandibû ser wê yekê jî ku generalê xanenişîn Joseph Votel jî bi Komariyan re daxwaz ji Biden kiribû ku êrîşê bikin ser komên çekdar ên girêdayî Îranê li Îraqê û Sûriyeyê.

Li roja 25ê Cotmeha 2023ê, Joe Biden haydariyeke rasterast da Îranê û ragehand, “ger Taran li dijî hêzên Amerîkayê bilive, em dê bi tundî bersiva wê bidin”.