Rûsiya: Êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyê rewşê aloztir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyayê, Maria Zaxarova dibêje, êrîşên Israîl yên li ser Sûriyê rewşê aloz dike.

Zaxarova îro di konferanseke rojnamevanî de li ser bûyerên ku li herêm û Xezzeyê dibin got: “Rewşa li wir hîn jî li gorî senaryoyek pir neyînî bipêş dikeve.”

Got jî: “Roja 28’ê Cotmehê alozî derbasî qonaxeke nû ya metrisîdar bû. Hêzên Îsraîlê li Kerta Xezzeyê dest bi operasyona bejayî kirin û bi çend kîlometreyan ketin nava Xezzeyê.”

Li gorî Zaxarova, eger gavên cidî ji bo aramkirina rewşê neyin avêtin, karesata mirovî ya ku ji ber aloziyê derketiye, dê encamên wê yên xirap bi dehsalan hebin.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyayê hişyarî derbarê wê yekê da û got ku metrisî heye şer li ser asta herêmî belav bibe.

Zaxarova amaje bi wê yekê, Wezareta Derve ya Rûsyayê ji ber zêdebûna aloziyan li devera sînorî ya navbera Îsraîl û Libnanê û li bilindahiyên Golanê, gelekî nîgeran e.

Zaxarova got jî: “Êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Sûriyê bi awayekî cidî rewşê aloz dike. Herwiha manorên leşkerî yên provokatîf ên Amerîkayê li rojhilatê Derya Spî jî, bandoreke nearam li ser rewşa Rojhilata Navîn dike.”