Rewşa Efrînê û vegera koçberan

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Efrînê ku rêjeya Kurdan ji berî Adara 2018an û dagîrkirina ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji sedî 97 bû, piştî dagîrkirinê û proseya koçberkirina Kurdan, rêjeya Kurdan li Efrînê daketiye ji sedî 34.8, li hemberê jî rêjeya Erebên ku ji navçeyên cuda ên Sûriyê li herêma Efrînê hatine bicihkirin gihîştiye ji sedî 65.20. Tevî vê rewşê jî, niha beşek ji koçberan vedigerin û li gorî daneyên çalakvan û rêxistinên mafên mirovan, ji destpêka îsal ve, nêzîkî 500 malbetên Efrînî vegeriyane ser cih û warên xwe.

Di vê infografiyê de, bêjerê K24ê Cemal Batun zanyariyên zêdetir li ser rewşa Efrînê û vegera koçberan didin: