Serokwezîrê Herêma Kurdistan û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Mijdara 2023an, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraqê, dûrxistina wê ji nakokî û aloziyên navçê û parastina ewlehiya hêzên hevpeyman, balyozxane û nûnerên dîplomatîk li Iraqê hevnêrîn bûn.

Pêwîstiya pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de û amadekariyên di vê derbarê de, mijareke din a hevdîtinê bû.