Skalayeke din li dijî Helbûsî tê tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Civata Nûnerên Îraqê ragehand ku dê skalayeke din li ser Mihemed Helbûsî tomar bike, ew jî ji ber damezrandina şeş kesan wekî şêwirmend ku mercên qanûnî li cem wan nînin.

Îro roja Çarşemê, 15ê Mijdara 2023ê, endamê Civata Nûnerên Îraqê Basim Xeşan ragehand ku dê skalayeke nû li Dadgeha Bilind a Federal li dijî Serokê Civata Nûneran Mihemed Helbûsî, ku ji ser karî hatiye derxistin tomar bike, ji ber danana şeş şêwirendan ku mercên qanûnî li cem wan nebûne.

Herwesa Xeşan ragehand: Ew biryara dadgehê di cihê xwe de ye ji ber ku Helbûsî destûr binpê kiriye, lewma jî ez dê îro skalayeke din jî li Dadgeha Federal tomar bikim.

Doh roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Dadgeha Federal biryara bidawîanîna endametiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî li Perlemana Îraqê da û Helbûsî yekser ji postê Serokê Perlemana Îraqê hat dûrxistin.