Serokê Eşîra Şerabî: Bi saya Serok Barzanî em bi serbilindî vegeriyan Zumarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Eşîra Şerabî ji bo vegera wan bo gundê Şêxan ê Zumarê, spasiya Serok Barzanî kir û got, bi saya wî me karî bi serbilindî vegerin cihê bav û kalên xwe.

Serokê Eşîra Şerabî Şêx Ebûdî Ezîz El-Nimir li Nahiya Zumarê ji K24ê re ragihand, em spasiya hewlên Serok Mesûd Barzanî dikin ku piştî çend salan ji koçberiyê, em îro bi serbilindî vegeriyan ser cihê bav û kalên xwe.

Herwiha El-Nimir got jî: “Em îro gelekî kêfxweş in. Em spasiya Serok Barzanî, Serokwezîr û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku piştî çend salan vegeriyan herêma xwe.”

Îro danê sibê 280 malbatên koçber ji kampên Herêma Kurdistanê vegeriyan malên xwe yên li gundê Şêxan ê nahiya Zumar a li parêzgeha Neynewayê.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sîrwan Rojbeyanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî çend salan ji koçberbûna ji ber şerê li dijî DAIŞê, îro hejmarek ji malbatan vedigerin gundê Şêxan. Ev gund ji aliyê Pêşmergeyên qehreman ve hatibû azadkirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em spasiya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve komîteyek ava kirin ji bo koçber bikarin ser cih û warên xwe li Zumarê.”

Zêdetir ji 660 hezar koçber li Herêma Kurdistanê dijîn, ji wan %41 li Hewlêrê, %40 li Duhokê û %19 li Silêmaniyê ne. Nêzîkî 25 kampên koçberan li Herêma Kurdistanê hene û salane zêdetir ji 800 milyon dolar li wan tê xerckirin.

Çekdarên DAIŞê di sala 2014an de, navçeya Zumar û piraniya navçeyên sînorî yên parêzgeha neynewayê kontrol kiribûn. Roja 25ê Cotmeha 2014an, Hêzên Pêşmerge bi serpereştiya Serok Barzanî navçeya Zumarê ji destê DAIŞê derxistin. Neynewa jî di nîvê sala 2017an de bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.