Dadgeha Federalî tekezê li ser biryara dûrxistina Helbûsî dike

Dadgeha Federalî
Dadgeha Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dadgeha Bilid a Federalî tekezê li ser biryara bidawîanîna endametiya Mihemed Helbûsî li Perlemana Îraqê dike û radigehîne, “Li dû destûrî, bi çi rengan tan li biryarên Dadgeha Federalî nayên dan”.

Îro roja Pêncşemê, 16ê Mijdara 2023ê, Serokê Dadgeha Bilid a Federalî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqî re ragehand, “Îro roja Pêncşemê, 16ê Mijdara 2023ê, Serokê Dadgeha Bilid a Federalî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqî re ragehand, “Dadgeha Federalî li gor madeya 94ê ya destûrî hemî desthilatan pabendî bicîanîna dawî biryara xwe dike, ku amajeyê dide bidawîanîna endametiya Serokê Perlemana Îraqê Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî".

Serokê Dadgeha Bilid a Federalî Casim Omeyrî amaje daye ku “Ev biryar bi çi rengan naçe bin barê tanelêdanê”. Herwesa ron kiriye ku “Dadgeha Destûrî li dû madeya 93ê ya destûrî taybetmenda dîtina wan pirsên cuda cuda ye”.

Roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî bi biryara Dadgeha Federal ji postê wî hat dûrxistin. Piştî dûrxistina wî jî, biryar e Perlemana Îraqê li ser civînên xwe berdewam be û Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Muhsin Mendelawî serperiştiya rûniştinên perlemanê bike.