Mihemedê Hacî Mehmûd: Çend aliyên Kurdî nêzî hev bin, hind ji bo Kurdan û ji bo wan aliyan bi xwe jî baş e

Mihemedê Hacî Mehmûd
Mihemedê Hacî Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Mihemed Hacî Mehmûd radigehîne, “Çend aliyên Kurdî nêzî hev bin, hind ji bo Kurdan û ji bo wan aliyan bi xwe jî baş e”. Herwesa dibêje, “Korbenda MESPSê bê encam nabe”.

Îro roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, Sikirtêrê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê di dema tevlîbûna Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de ji K24ê re ragehand, “Ev korbend û hemî kor û civîn giring in û bi piştrastî ve bêfeyde nabin”.

Di derheqa peywendiyên PDK, YNK û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê de, Mihemed Hacî Mehmûd got, “Çend aliyên Kurdî nêzî hev bin, hind ji bo Kurdan û ji bo wan aliyan bi xwe jî baş e”.

Sibeha îro roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejamreke zêde ya kesatiyên siyasî, lêkoler û akademiyên navdar ên Herêma Kurdistanê, Îraqê, Rojhilata Navîn, Ewropayê û Bakurê Amerîkayê, Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê hat destpêkirin.

Korbenda MEPSê ji aliyê Zanîngeha Aerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ve hatiye rêkxistin, zêdetirî 300 serkirde, siyasetvan û akademî û şarezayên warên aborî û ewlehiyê ji 80 welatan dê tevlî wê bibin û dê di çend panelan de danûstandinan li ser rewşa Rojhilata Navîn bikin.