Sîrwan Barzanî: Em bixwazin nexwazin şerê Hemas û Israîlê li Rojhilata Navîn e û bandor li ser Herêma Kurdistanê heye

Sîrwan Barzanî
Sîrwan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Mîhwerê Gwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî li Korbenda MEPSê li Dihokê ji K24ê re ragehand, “Korbenda MEPSê giringiyeke taybet heye, nexasim di wê demê de ku şer û alozî li Rojhilata Navîn hene”.

Sîrwan Barzanî got, “Piştî şerê Xezzeyê, ev danûstandin giring in. Mimkin e hevfehimandin çê bibe, ji ber ku em bixwazin nexwazin şerê Hemas û Israîlê li Rojhilata Navîn e û bandor li ser Herêma Kurdistanê heye”.

Herwesa got, “Dema em dibînin hindek kom û çekdar êrîşî hêzên hevpeymanan dikin, ji bo me jî tiştekî ecêb e ji ber ku hevpeyman li ser daxwaza Îraqê hatine vê derê. Ew piştî 2011ê çûbûn lê paşî li ser daxwaza Îraqê dîsa vegeriyan. Ew hatine ku ji bo şerê terorê arîkariya me bikin. Pêdivîtiya me bi wan heye, hem wekî Pêşmerge hem jî wekî artêşa Îraqê”.

Berpirsê Mîhwerê Gwêr-Mexmûr ragehand, “Hevkariya hewalgirî di navbera hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Îraqê de berdewam e ji ber ku ew teknolojiya wan heye ne Pêşmergeyan heye ne jî artêşa Îraqê”.

Di derheqa arêşeyên Korekê û biryara Dadgeha Îraqê de jî, Sîrwan ragehand, “Arêşe di navbera Korekê û Asyayê de nîne, arêşe girêdayî Desteya Peywendiyên Îraqê ye û kevn e. Me belgeyên xwe nîşanî medyayan dane, biryara Dadgeha Îraqê hemî di berjewenda Korekê de bû, lê em nêzî salekê li benda bicîanîna wê man. Çend nivîsar ji Dadgeha Kerxê bo Desteya Peywendiyên Îraqê hatin şandin lê wan bi cî neanîn”.

Herwesa amaje da, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî lijneyek li Perlemana Îraqê çê kiriye. Ew lijne bi Korekê û Desteya Peywendiyên Îraqê re civiyaye û evro sibe encamê civîna wê lijneyê dê derkeve”.