Eli Gold: Divê hemî cîhan piştevaniya Herêma Kurdistanê bike

Eli Gold
Eli Gold

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Peymangeha Gold a Sitratejiya Navneteweyî amaje da ku Herêma Kurdistanê devereke seqamgir e. got jî ku Herêma Kurdistanê berjewendên Amerîkayê diparêze.

Serokê Peymangeha Gold a Sitratejiya Navneteweyî Eli Gold ji K24ê re ragehand, “Korbenda MEPSê gelek gelek giring e. Kurdistan dikare roleke bibandor di seqamgiriya Rojhilata Navîn de bigêre. Sposoriya pareke mezin a vî şerê ku niha li Rojhilata Navîn rû dide ji aliyê Îranê ve tê kirin. Herwesa Kurdistan dikare seqamgiriyê ji bo Rojhilata Navîn vegerîne”.

Herwesa got, “Hebûna vê korbendê rola giring a Kurdistanê li Rojhilata Navîn nîşan dide. Îranê ne tenê bandor li ser Rojhilata Navîn belkî li ser cîhanê jî heye.

Gold di derheqa peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de amaje da, “Dema em berê xwe didin berfirehbûna gefên Îranê û herwesa wê neseqamgiriya ku li Bexdayê çê dibe, hebûna Kurdistanê gelek giring e ku herdem ber bi arasteyê seqamgiriyê ve bûye. Me dît ku dema DAIŞ nema, Kurdistanê roleke bêhempa di parastina berjewendên Amerîkayê de li deverê hebû. Ev gelek giring e û ast û bingeheke gelek baş e”.

Herwesa amaje da, “Kurd li hêla pêşiyê ya berhingarbûna Îranê ne û herwesa berjewendên Amerîkayê jî parastine, lewma ev dibe sedem ku Kurdistan bibe hevpeymaneke serekî ya Amerîkayê li deverê”.

Eli gold bal kişand ser wê yekê jî, “Seqamgiriya Bexdayê pêngava yekê ye ji bo asayîkirina peywendiyan bi Îranê re, bê vê pêngavê çi bizavên seqamgiriyê dest pê nakin”.