Derbaz Kosret: Arêşeyên me û PDKyê hind mezin nînin ku em nekarin çare bikin

Kovan Izet û Derbaz Kosret Resûl
Kovan Izet û Derbaz Kosret Resûl

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Peywendiyên YNKyê radigehîne, “Birêveçûna Korbenda MEPSê cihê dilxweşiyê ye, herwesa diyar dike ku Herêma Kurdistanê li ser siyaseta giştî ya deverê çend bibandor e”. Herwesa got, “Ez nikarim bibêjim ku arêşeyên me bi PDKyê re hind mezin in ku em nekarin çare bikin”.

Pêşkêkarê K24ê Kovan Izet di nav Korbenda MEPSê de çavpêkeftinek bi Berpirsê Peywendiyên YNKyê Derbaz Kosret Resûl re kir, Derbaz di wê çavpêkeftinê de ragehand, “Eger em danberheviyekê di dema 30 salên borî de bikin, em dê bibînin ku Herêma Kurdistanê gehitşiye çi qonaxekê”.

Herwesa navbirî ragehand, “Birêveçûna Korbenda MEPSê di demekê de ye ku çavdêr pêşbîniya guhertinên mezin dikin, lewma di vê korbendê de danûstandin li ser guhertinan tê kirin û ka çawa berhingarî wan guhertinan bibin”.

Navbirî di derheqa peywendiyên navbera PDK û YNKyê de ragehand, “Destkeftiyên PDK û YNKyê piştî sala 1991ê serhildan, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û lihevkirina sitratejî ya navbera wan bûn. Zêdebarî derbazbûna çend salan ji şerê birakujiyê, bi min asayî ye ku bilindbûn û nizimbûn di peywendiyên PDK û YNKyê de hebe”.

Herwesa got, “Niha hevfehimandin di navbera PDK û YNKyê de heye, herwesa nîgeranî jî heye. Em hêvî dikin li ser maseya danûstandinan nîgeraniyan yekalî bikin”.

Herwesa got, “Ez nikarim bibêjim ku arêşeyên me bi PDKyê re hind mezin in ku em nekarin çare bikin”.

Sibeha îro roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejamreke zêde ya kesatiyên siyasî, lêkoler û akademiyên navdar ên Herêma Kurdistanê, Îraqê, Rojhilata Navîn, Ewropayê û Bakurê Amerîkayê, Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê hat destpêkirin.