Lwîs Sako: Divê hemî alî ji gotarên kerb û kînê dûr bikevin

Kardînal Lwîs Sako
Kardînal Lwîs Sako

Navenda Nûçeyan (K24) – Lwîs Sako li Korbenda MEPSê ragehand, “Min ji bo Hikûmeta Federalî pêşniyar kir ku wezaretekê ji bo giringîdana bi kêmaniyan dabimezrînin, ji bo ku berdewamî bi pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhatan de bê dan, herwekî ku li Îmaratê jî ev ezmûn heye, lê mixabin çi kesekî li Bexdayê guhdariya min nekir”.

Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako di roja duyê ya Korbenda MEPSê de gotarek pêşkêş kir û ragehand, “Ez spasiya wan wezaretan dikim ên ku giringiyê didin pêkhat û kêmaniyan. Ez spasiya wan dikim ku karîne hevsengiya olî û çandî û regezî biparêzin. Hemerengî samanek e, giring e em weberhênanê tê de bikin ji ber ku ji bo hemî aliyan deriyê xêrêr ye”.

Herwesa ragehand, “Min di demên borî de ji bo Hikûmeta Federalî pêşniyar kir ku wezaretekê ji bo giringîdana bi kêmaniyan dabimezrînin, ji bo ku berdewamî bi pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhatan da bê dan, herwekî ku li Îmaratê jî ev ezmûn heye, lê mixabin çi kesekî li Bexdayê guhdariya min nekir”.

Sako got, “Divê em hemî bizavan bikin ku peywendiyên me berdewam bin, herwesa ji her karekî dûr bikevin ku me ji hestên neteweyî û pêkvejiyana aştiyane dûr bixin. Em tekez dikin ku divê hemî alî ji gotarên kerb û kînê dûr bikevin, ji gotarên eşîretî û mezhebî dûr bikevin, hemî alî tevlî hilgirtina berpirsyarîtiya dabînkirina dadperweriyê bibin, herwesa çavê me li wê yekê be ku peywendiya navbera pêkhatan zêdetir bihêz be, divê em hev fêm bikin”.

Herwesa got, “Şer û hevrikî bes in, xelk bi tevahî westiyayî û bêhêvî bûye, hûn dibînin ku li Filistînê çi diqewime, şer hevrikiyeke neşirîn e, em hemî tê de şkestî ne, pêdivîtiya me bi giringîdana bi jiyanê heye”.