Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê li MEPSê: Divê petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê dibêje, “Divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev bikin”.
Sibeha îro roja Sêşemê, 21ê Mijdara 2023ê, Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê û Perlemantarê niha yê Brîtanyayê Nazim Zehawî di dema tevlîbûna paneleke roja duyê ya Korbenda MEPSê de ragehand, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê doh di gotarekê de rastiyek eşkere kir, ew jî ew e ku guhertinên seqayê metirsî xistine ser Îraq û Herêma Kurdistanê. Ew yek qebên me hemiyan wekî mirovatî dixwaze”.
Herwesa ragehand, “Ez dixwazim balê bikişînim ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, divê herdu hikûmet li hev bikin û bala xwe bidin ser çarekirina guhertinên seqayê”.
Herwesa amaje da hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û got, “Divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev bikin ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dîsa bê destpêkirin ku çavkaniya wê ya aborî ye. Ji bo çarekirina arêşeyan, em nikarin xwe ji petrol û gazê dûr bikin, ew ecêndayek e ku divê em li ser kar bikin”.
Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) dest pê kirin û hejmareke siyasetvanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelên wê bibin.