Dave Wallace: Kurd hêjayî ne bibin xwedî dewlet

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedekî Komarî yê bo Kongressa Amerîkayê dibêje, nabe hikûmeta Iraqê daxwazên Kurdan piştguh bike, belkû divê her du hikûmet hevahengiyeke baş ji bo berjewendiyên hevwelatiyan bikin. Got jî: “Kurd hêjayî wê ne ku bibin xwedî dewlet.”
Namzedê Komarî yê Kongressa Amerîkayê Dave Wallace ji K24ê re ragihand, kesên beşdarî korbenda MEPSê bûne, behsa wê yekê dikin ku mezhebperestî li navçeyê heye. Ev jî beşeke ji wan sedeman ku li Iraqê li bûye sedema derketina kêşeyan.”
Wallace got jî: “Divê Bexda û Hewlêr di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de, bi hev re hevahengiyê bikin, ji ber ku eger aliyek têk biçe, hemû Iraq wêran bibe. Divê daxwazên Kurdan neyin piştguhkirin.”
Derbarê êrîşên milîsên Îraqê li ser berjewendiyên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê de, Wallace got: “Hin xal hene ku divê hikûmeta Amerîka bi awayekî stratejîk, ne bi tektîkî karvedanê nîşan bide. Ev nayê wê wateyê ku nabe tolhildan were kirin. Divê Amerîka giringiyê bide rewşê û kar bike ku pirsgirêk li herêmê aloztir nebe. Ev jî derfetê dide Herêma Kurdistanê û Iraqê ku ji bo kêmkirina aloziyan bi hev re kar bikin.”
Ev namzedê Komarî yê bo Kongressa Amerîkayê dibêje: “Em hêviya aştiyê li herêmê dikin û divê em rageşiyê daxin asteke pir nizm. Divê em aştiyê bidomînin.”
Wallace got jî: “Çawa ku cîhan ji bo çareseriya pirsa Filistînê kar li ser pirsa du dewletan dike, divê kar li ser pirs û doza Kurd jî bike. Her kes dizane ku Kurd çawa rûbirûyê kêşeyan bûne, çiqas êş û azar bi ser wan de hatine. Kurd baş in û bi aramî li herêmê dijîn.”
Got jî: “Kurd rê dane penaberên deverên din ên başûrê Iraqê werin Herêma Kurdistanê, ji wan re stargeh çêkirine, em dibînin çawa Pêşmerge hemû xelkê diparêze, li Herêma Kurdistanê hemû gel bê cudahiya olî û etnîkî parastî ne.”
Herwiha got: “Divê derfetek ji bo pêşxistina çanda ciwan a li Herêma Kurdistanê hebe. Kurd hêjayî wê yekê ne ku bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.”