Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Berîtanyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Marşal Samy Simpson, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê kir.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina hevkariyên ewlehî û leşkerî yên dualî hatin kirin.

Xaleke vê civînê taybet li ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bû. Her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiya navçeyê û dûrxistina Iraqê ji nakokiyên leşkerî hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêdivîtiya parastin û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, rêzgirtina li qewareya qanûnî û destûrî ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina sîstema federaliya Iraqê kir.

Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku divê civaka navdewletî roleke aktîf di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de bigêre.